Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu: Modela ku divê ji bo çareseriya mesela Kurd bibe referans, rihê Melezgirê ye
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu rapora partiya xwe pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir. Yapicioglu derbarê hûrgiliyên raporê de daxuyaniyên girîng da û bal kişand ser "Ruhê Melezgirê".