Çopa nehatî berhevkirin li Dîyarbekirê belav bûye li kolanan

Li hinek taxên bajarê Dîyarbekirê, ji ber ku konteynerên çopê di wextê xwe de nayên valakirin, qirêjiya jîngehê û dîtbarî çêdibe û rewşa li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan jî bal kişandiye ser xwe.