Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket

Li Mezra Şereflî ya Gundê Kazanciyê yê navçeya Bismilê, di saetên serê sibê de agir bi kargehek plastîkê ket, piştî destwerdana demdirêj a ekîban hate kontrolkirin. Di şewatê de ti kes nemir, lê ziyana maddî ya mezin gihîşt kargehê.