Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, xebatên lêgerînê yên ji bo Salih Ertaş ê 84 salî ku kêmendamekî zihnî ye, di roja 17’an de jî bê navber berdewam dikin. Salih Ertaş ji roja 8’ê Sibatê ve ku ji mala xwe derketibû, agahî jê nayê girtin.