Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Doktorê Diranan Muhammed Furkan Guler bal kişand ser giringiya lênêrîna birêkûpêk a piştî paşîv û fitarê. Güler diyar kir ku di meha Remezanê de guherîna adetên xwarinê û birçîbûna demdirêj dikare bandoreke neyînî li tenduristiya dev û diranan bike.