Meteorolojî hişyariya barana zêde û aşîtê da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li gelek herêman baran tê texmînkirin. Bi taybetî li Şirnex, Colemêrg, Bitlîs, rojhilatê Sêrtê û hinek deverên Wanê baraneke zêde tê texmînkirin.