Li Dîyarbekirê operasyoneke narkotîkê: 269 kîlo esrar hat desteserkirin

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyoneke narkotîkê ya ku tîmên cendermeyan li navçeyên Licê û Pasûrê yên Dîyarbekirê kirin de 269 kîlo esrar hatiye desteserkirin û 34 gumanbar hatine binçavkirin.