Li Amedê di 15 mizgeftan de nimêja terewîhan bi xetmê wê were kirin

Li seranserê Amedê welatî wê karibin nimêja terewîhan bi xetma Quranê bikin. Li gorî daxuyaniya Müftîtiya Bajêr, di 15 mizgeftên ku li navenda bajêr û navçeyan hatine diyarkirin de, sepana terewîha bi xetmê wê were pêkanîn.